Hezîran 28, 2022 14:17 Asia/Tehran
  • Erdogan dîsa gefa êrişa ser kurdên Sûriyê xwar

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan careke din gefa destpêkirina operasyona li bakurê Sûriyê û kurdên vî welatîyê xwar û ragihand: “Em ê li wir bi temamkirina kêmasiyên korîdora ewlehiyê ya li ser sînorê Sûriyê, dest bi operasyonên nû bikin.”

Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê derbarê destpêkirina operasyonên nû de axivî û got: “Divê ti kes guman neke ku em ê ji bo pêkanîna armancên xwe yên sala 2023an hemî şiyanên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî bikar bînin. Operasyonên me yên ji bo rizgarkirina sînorên me yên bi Iraqê re ji êrîşên terorîstan bi serkeftî berdewam dikin. Bi temamkirina kêmasiyên korîdora ewlehiyê ya li ser sînorê Sûriyê, em ê li wir dest bi operasyonên nû bikin.”

Ji mehekê ve ye Serokomarê Tirk gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li kurdên Sûriyê û bakurê vî welatî dixwe û dibêje, ew ê herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan ava bikin.

Di vê navberê de artêşa Sûriyê vê dawiyê nêzîkî 2000 serbaz şandine devera Minbicê li parêzgeha Helebê; Herêmek li hemberî vê deverê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Dewleta Tirkiyê ligel grûpên terorîst û çete ji sala 2016an ve li dijî kurdên sûrî li bakur û rojavayê Sûriyê 3 operasyonên mezin pêk anîn û Cerablus, Bab, Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê dagîr kirin. Tirkiye niha jî hewl dide bikeve Minbic û Tel Rifatê.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad vê dawiyê li bara kiryar û gefên serokomarê Tirkiyê got: Erdogan dixwaze "herêmeke ewle" ji bo komên terorîst ên ku di bin sîwana vî welatî de perwerde bûne, ava bike. Berpirsiyarê felaketa nû ya ku Erdogan plan dike hemû cîhan e, ji ber ku bêdengiya li pêşberî wê dê bibe sedema felaketeke din.

Pêştir jî Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de tekezî li ser berevaniya ji netewe û serweriya welat kir û ragihand ku Sûriye dê bi hemû rêyên rewa li ber van komployan bisekine.

Serepeyv