May 09, 2022 09:48 Asia/Tehran
  • Çima Erdoxan Osman Kavala û Demîrtaş hebs kirin?

Cohgerî Guven rojnamevanê bi gengeşe û aşkiraker ê Tirkiyê di vîdyoyekê da îdia kir ku hegera birîna hikmê zîndaniya hetahetayî ji bo Osman Kavala bazirgan û çalakê mafên mirovan, hevbaweriya wî tev Seêahedîn Demîrtaş hevserokê berê û girtî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û dijberiya van her duyan di gel pergala serokkmartiyê li Tirkiyê, her wiha serokkomartiya Receb Teyib Erdoxan bûye.

Li gorî rapora Kurdpressê, Wî di vê vîdyoyê da tevî bibîrxistina bûyerên Darbeya 15ê Tîrmeha 2016an û pûçbûna hin nexşeyên Erdoxan got ku dijberiya Kavala û Demîrtaş di gel mijara lihevkirina kurdan û Erdoxan li ser neçûna HDPyê bo parlimanê û neguherîna pergalê bo serokkomartiyê bû sebeb ku Erdoxan ji bo pêkanîna pergala serokkomartiyê û bicihanîna armancên xwe tûşî berdêleke mezin were. Ev mijar gişt bûn sebeb ku Erdoxan kîna van du kesan bigire û wan bavêje zîndanê.

Vî rojnamevanî destnîşan  kir ku ne têkiliya Kavalayî bi mijara nerazîtiyên Parka Giziyê ra hebûye û ne jî Demîrtaş ji ber pevçûnên têkildarî nerazîtiyên Kobanê hatiye girtin û ketiye zîndanê; Lê belê ev her du ji ber piştevaniya ji komên kurd û nepejirandina lihevkirinê ji bo gotûbêja li ser partiyên kurdî ketin ber xezeba Erdoxan, kesê ku tu wextî dijminên xwe ji bîr nake.

 

Serepeyv