Nîsan 26, 2022 09:31 Asia/Tehran
  •   Ji bo Osman Kavala cezayê girtinê yê heta hetayê

Ji bo çalakvan û karsaz Osman Kavala, bi hinceta “jinavbirina pergela Destûra Bingehîn” cezayê girtînê yê heta hetayê hat dayîn. Herwiha ji bo kesên din ê ji doza Geziyê tê darizandin 18 sal ceza hat dayîn.

Karsaz Osman Kavala ku zêdeyî 4 sal in di doza Geziyê de tê darizandin, bi îdiaya "hilweşandina pergala destûra bingehîn" cezayê muebetê lê hat birîn.

Piştî ku dadgeha îstînafê biryara berdanê hilweşand, rûniştina doza Geziyê ya 17 kesan duh berdewam kir.

Osman Kavala bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBIS) beşdarî rûniştina li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bû.

Dadgehê bi hinceta “jinavbirina pergela Destûra Bingehîn” cezayê girtînê yê heta hetayê hat li Kavla birî.

Herwiha Dadgehê ji bo Mucella Yapici, Çigdem Mater, Hakan Altinay, Mine Ozerden, Can Atalay, Tayfun Kahraman, Yigit Ali Ekmekçi jî biryara 18 sal cezayê zindanîkirinê da.

Ev yek di demekê de ye ku Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê 2ê Sibata 2022an ji ber ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê berdana karsaz û çalakvanê Tirk Osman Kavala de cîbicî nekiriye, biryar dabû, doz bo Dadgeha Ewropayê bê veguhestin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo di “Doza Osman Kavala” de nêrînên xwe pêşkêş bikin heta 19ê Nîsana 2022an dem dabû Tirkiye, Osman Kavala û endamên Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê.

Tedbîrên ku dê li dijî Tirkiyê bên wergirtin

Piştî gihandina nêrînan, dê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê dosyeya Osman Kavala de bicive û biryara xwe bide.

Eger Dadgeha Ewropayê, biryara xwe wek `Tirkiyê binpêkirin` kiriye ragihîne, dê Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê tedbîrên ku li dijî Tirkiyê bên wergirtin binirxîne.

Di nav tedbîran de derxistina Tirkiyê ji endamtiya Konseya Ewropayê û rawestandina mafê dengdayîna Tirkiyê hene.

Kalavala zêdeyî 4 salan e girtî ye

Osman Kavala di 18 Cotmeha 2017an de hat desteserkirin û di 1ê Mijdara 2017an de bi fermî bi “hewldana ji bo jiholêrakirina Destûrê”, “hewldan bo têkbirina hikûmetê” û herwiha “piştevaniya darayî bo xwepêşandanên Parka Geziyê” hat tometbarkirin.

Kavala serokatiya Înstîtûya Anadolu ya Rewşenbîrî dike, ku rêkxisitneke civaka sivîl e û berevaniyê li mafê mirovan bi taybetî bi rêya kultur û hunerê dike. Osman Kavala di heman demê de çalakvanekî mafên mirovan û karsaz e jî.

Kavala di 2 Cotmeha 1957an de li Parîsê ji dayîk bûye û li xwandingeha Robert a li Stenbolê xwandina xwe ya lîseyê qedandiye, piştre çûye Manchesterê û di Beşa Aborî ya Zanîngeha Manchesterê de xwandina zanîngehê qedandiye.

Osman Kavala sala 1982an kompanyaya Kavala Group damezrandiye. Piştî erdheja sala 1999 a li Tirkiyê bi tevahî ji çalakiyên din dûr ket û xwe ji çalakiyên civaka sivîl û alîkariyên bo xelkê re terxan kir.
 

Serepeyv