Nîsan 12, 2022 08:52 Asia/Tehran
  • Girtina koçberan li Tirkiyê didome

Hêzên jandirme yên Tirkiyê li parêzgeha Kiriklaraliyê careke din 81 koçber ku tê gotin bi awayê neqanûnî derbasî Tirkiyê bûne, girtin.

Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê,  Hêzên jandirme yên Tirkiyê li şaristana Kofçaza parêzgeha Kiriklarliyê ev 81 koçber ku welatiyên Efxanistan û Mexribê bûn, girtin.

Hinek ji van koçberan îdia kiriye ku ji aliyê hêzên sînorvan ên Bulgaristanê va ber bi Tirkiyê hatine şandin.

Her wiha tawanbarekî bi sûcê organîzekirina koça neqanûnî ya welatiyên biyanî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê va hatiye girtin.

 

 

Serepeyv