Mirina bêdeng: Koçber bi dizî li baxçeyan tên veşartin
Çile 31, 2026 20:54 Asia/Tehran
Tora Piştgiriya ji Koçber û Penaberan li Tirkîyê, rapora xwe ya derbarê astengiyên li pêşiya mafê tenduristiyê yê koçberan û binpêkirinên mafan li vî welatî de de eşkere kir.
Di raporê de hat ragihandin ku li Tirkiyê mafê tenduristiyê yê koçberan bi polîtîkayên îdarî, darayî û ewlehiyê bi awayekî sîstematîk tên astengkirin.
Di vê raporê de hatiye gotin ku sala 2026ê astengiyên li pêşiya koçberan li Tirkîyê ên ji bo tenduristiyê rabûne asteke "metirsîdar."
Ev yek bûye sedem ku bi hezaran koçberên li Tirkîyê ku di nav lepên xizaniyê de ne, ji derfetên dermankirinê bi temamî qut bibin.