Sibat 02, 2026 11:32 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê candayîna karkerên zarok zêde dibe

Civata Tendirustiya Karkeran û Ewlehiya Kar li Tirkîyê ragihand di sala 2025an de li Tirkiyê herî kêm 94 karkerên zarok canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya vê rêxistinê de hatiye gotin: Li Tirkiyê di sala 2025an de 31 karkerên zarok di sektora çandiniyê de, 27 di sektora pîşesaziyê de, 20 di sektora xizmetguzariyê de û 16 jî di sektora avahîsaziyê de dema dixebitîn canê xwe ji dest dane.

Li Tirkîyê di 13 salên dawî de hejmara karkerên zarok ên ku dema dixebitîn canê xwe ji dest dane, gihiştiye 836an.

Serepeyv