Li parêzgehên kurdên Tirkiyê rêya 1018 gundan hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332602-li_parêzgehên_kurdên_tirkiyê_rêya_1018_gundan_hat_girtin
Li parêzgehên Erzerom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê yên kurdên Tirkiyê, ji ber berf û pûkê rêya 1018 gundan hat girtin. Ev hefteyek e li piraniya parêzgehên kurdî pêleke barîna berfê ya giran heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2022 14:52 Asia/Tehran
  • Li parêzgehên kurdên Tirkiyê rêya 1018 gundan hat girtin

Li parêzgehên Erzerom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê yên kurdên Tirkiyê, ji ber berf û pûkê rêya 1018 gundan hat girtin. Ev hefteyek e li piraniya parêzgehên kurdî pêleke barîna berfê ya giran heye.

Li Erzeromê, berf û pûka zêde ya rojên dawî bandoreke nerênî li hatûçûnê dike. Li navçeyên bilind ên parêzgehê, ji ber berf û pûkê rêya 715 gundan hatiye girtin. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vekirina rêyan bê navber dixebitin.

Herwiha ji ber berf û pûkê, li Agirî rêya 202, li Qersê 80, li Erdexanê 16  û li Îdirê jî rêya 5 gundan hatiye girtin. Tîmên Îdareya Taybet ên parêzgehên Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê, ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatên xwe kirin.

Li deverên kurdî yên Tirkiyê, heta niha ji ber berf û pûkê rêya zêdeyî 2000 gund û cihên niştecihbûnê hatine girtin. Herçiqas tîmên peywendîdar rêyan paqij dikin jî, lê ji ber bênavber barîna berfê rê dîsan tên girtin.