Çile 19, 2022 18:35 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê: Kurdên Elewî banga hilbijartina dersa Kurdî dikin

Kampanyayên helbijartina zimanê Kurdî berdewam e. Kurdên Elewî jî ku piraniya wan bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) diaxivin piştirgirya kampanyayên helbijartina dersên Kurdî dikin. Elewiyên Kurd yên li Enqerê dijîn dibêjin “Em hatine bişaftin û êdî em nikarin bi zimanê xwe biaxivin lê qe nebe bila zarokên me fêrî zimanê xwe bibin”

Li gorî rapora Rûdawê, Elewiyên kurd yên Enqerê daxwaz dikin mamosteyên dersa Kurdî ji bo Enqerê jî bêne tayînkirin ew jî di demekê de ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê heta niha çi mamostayên dersa Kurdî bo Enqerê tayîn nekirine.

Li metropol û bajarên Tirkiyê hejmareke zêde ya Kurdên Elewî dijîn. Ji ber bişaftin û qedexeya bi salan piraniya wan ji zimanê xwe dûr ketine. Lê kampanyayên helbijartina dersên Kurdî li cem Kurdên Elewî jî kelecanek mezin ava kiriye ew her çende bi xwe êdî nikarin bi Kurdî biaxivin jî lê dixwazin zarokên wan fêrî Kurdî bibin.

Endamê Komeleya Dersimiyên Enqerê Yaşar Klavuz got “Eger em biçin ji bo zarokên xwe dersa Kurdî bihelbijêrin em nizanin ka mamosta hene yan ne, ji ber ku niha tenê 79 mamoste hene, li Tirkiyê 81 parêzgeh hene hema her parêzgehekê mamosteyek jî ji ber nakeve. Kadroyên wezaretê ji bo dersa Kurdî kêm in.”

Li cemxaneyeke Elewiyên Kurd yên li Enqerê ne. Li hindir berpirsên cemxanê bi Tirkî diaxivin lê diwarên cemxanê bi gotinên pêşengên Kurd ên Elewî hatine xemilandin. Daxwaza rêveberên vê cemxanê jî ew e ku giringiyeke zêdetir bi Kurdiyê were dan.

Hevserokê Şaxa Enqerê yê Federasyona Demokratîk ya Komeleyên Elewiyan Mustafa Karabudak dibêje “Mafê ziman mafekî rewa û heq e. Em dixwazin hemû îbadeta xwe bi Kurdî bikin, lê em dizanin ku pêwîst e dersên Kurdî li dibistana ferzkirî bin. Em Kurd, Ermenî, Elewî jî kêmîne nînin. Mafê me ye ku dersên me bên ferzkirin.”

 Dêrsim ji bo Kurdên Elewî bi taybetî Zazayên Elewî navendeke pîroz e. Hem serokê Şaredariya Dêrsimê hem jî xelkê Dêrsimê bi germî li kampanyayên helbijartina zimanê Kurdî li xwedî derdikevin.

Serokê Şaredariya Dersimê Fatîh Mehmet Macoglu ragihand “Zimanê me îtiqad û baweriya me ye. Zimanê me niha di bin rewşeke xeter da ye. Em dixwazin civak li zimanê me xwedî derkeve. Metirsî heye ku zimanê me tine bibe. Li dibistanan dersên bijarde hene bila malbat ji bo zarokên xwe dersên Zazakî bihelbijêrin.”

Hemwelatî Aysel Mencîk diyar kir “Li dibistana dersên Kurdî weke dersên helbijarde hene, ez dixwazim ku xelkê me ji bo zarokên xwe dersên Kurdî bihelbijêrin.”

Hemwelatî Bilind Yuksel got “Li cihanê niha 18 ziman di bin xeteriyê de ne ku tine bibin. Pêwîste em ji zimanê xwe xwedî derkevin. Em bi wêrekî li zimanê xwe xwedî derkevin. Zimanê me zimanekî binirx e, em bi zimanê xwe helbestan dinivîsin û strana dibêjin.”

Piraniya Elewiyên Kurd yên li Enqerê dijîn ji Dêrsim, Sêwaz, navçeyên Ezirganê û ji herêma Kocgirîyê ne û ew bi zaravayê Zazakî diavixin.

 

Serepeyv