-
HDP'yê êrişên li ser saziyên elewiyan li Enqereyê şermezar kir
Tebax 01, 2022 14:54Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP êrişên li ser saziyên elewiyan ên li Enqereyê şermezar kir.
-
Cemxaneyên elewiyan li Enqereyê ketin ber êrîşê
Tîrmeh 31, 2022 05:41Duh li Enqereyê di heman kêliyê de êrîşî 4 cemxaneyan hat kirin. Cemxaneyên bi navên Ana Fatma Cemevi, Şah-i Merdan Cemevi, Gokçebel Koy Dernegi û Turkmen Alevi Bektaşi Vakfi di heman kêliyan de bûn hedefên êrîşên hin kesan.
-
Tirkiye dixwaze dersa olî li ser zarokên pêşdibistanan jî bide ferzkirin; Elewî ne razî ne
Çile 26, 2022 13:09Komaleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ragihand ku AK Partî 20 sal e dijî Elewiyan prosyeke bişaftinê daye destpêkirin û dixwaze vê proseyê bi rêya ferzkirina dersên olî di pêşdibistanan de berdewam bike. Ew komele dibêje wan ji bo rakirina dersa neçarî ya olî kampanya îmzeyê dan destpêkirin.
-
Li Tirkiyê: Kurdên Elewî banga hilbijartina dersa Kurdî dikin
Çile 19, 2022 15:05Kampanyayên helbijartina zimanê Kurdî berdewam e. Kurdên Elewî jî ku piraniya wan bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) diaxivin piştirgirya kampanyayên helbijartina dersên Kurdî dikin. Elewiyên Kurd yên li Enqerê dijîn dibêjin “Em hatine bişaftin û êdî em nikarin bi zimanê xwe biaxivin lê qe nebe bila zarokên me fêrî zimanê xwe bibin”
-
Cemxaneyeka 800 salî li Meletiyê hîn li ber xwe dide
Tîrmeh 14, 2021 13:31Li bajarê Meletiyê yê Tirkiyê cemxaneyek heye ku di salên 1200an (mîladî) de hatiye çêkirin. Lê avahîsaziya wê ew qas xurt e ku heya niha jî xelk diçe wir û merasîman lê encam dide.
-
Rapor - Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
Kanûn 11, 2020 12:38Li Dersimê Yasemîn Soylemez ku gava zarokxaneyên aydê Cemaeta Fethullah Gulen li bajêr bûn zaroka xwe neşandiye zarokxaneyên cemaetê, bang li malbatên elewî kirin ku niha zarokên wan di nav nahpikên zarokxaneyên cemaetan de ne û destnîşan kir ku ji bo paşê poşman nebin, bila zarokên xwe ji nav destên cemaetan derxin.
-
Kurdên Elewî yên Dêrsîmê: "Li Dersimê niha polîtîkaya yek ziman, yek bawerî û yek al tê birêvebirin"
Kanûn 09, 2020 04:05Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi pênivîsa 'Ayşe Surme' nivîsiye: Şêniyên Dersimê bertek nîşanî birêvebirina rêxistinkirina di bin navê komele û weqfan tê de tê kirin da û diyar kirin ku polîtîkaya yek ziman, yek bawer, yek al tê birêvebirin û gotin: “Em ê li dijî pişaftinê bawerî û çanda xwe biparêzin.”
-
Hevseroka DBP'ê: "Bombebarana Dêrsimê dewama hişmenidya DAIŞê ye"
Tebax 16, 2020 10:39Hevseroka DBP'ê wek berteka li hemberî bombebarana beşeka daristanên Dêrsimê ji aliyê helîkopterên artêşa Tirkiyê va, ev kiryar dewama hişmendiya DAIŞê bi nav kir.
-
Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
Tîrmeh 28, 2020 14:51Ji Ocaxa Derwîş Cemal pîr Hasan Hayrî Şanli û ji Ocaxa Celal Abas jî pîr Zeynel Batar, bertek nîşanî îhaleyên ku ji bo sewalên kovî hatine vekirin dan û ev tişt got in: “Dawiya nêçirvaniyê bela ye. Bila nekin, dev jê berdin.”
-
Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e
Tîrmeh 13, 2020 07:2510 rêxistinên civakî ku di nav de Komeleyên Dersimê jî hene, li dijî destûra nêçîra Pezkoviyan daxuyanî dan û gotin: "Ev yek, perçeyê şer û êrîşên bi pergal ên li dijî Kurd û Elewiyên Dersimê ye."