Kanûn 12, 2021 09:31 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Eger ew bibin desthilat dê Demirtaş û Kavala azad bikin

Serokê Giştî yê CHPê Kemala Kiliçdaroglû got eger ew bibin desthilat dê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û Karsaz û çalakvan Osman Kavala û tevahiya kesên ku zilm li wan hatiye kirin û di girtîgehê de ne azad bikin.

Serokê Giştî yê CHPê ragihand ku hiştina hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş di girtîgehê de berîvajî qanûnê ye, herwiha rexneyên ku li Demîrtaş tên girtin bê bingeh in. 

Di bersiva pirsekê de derbarê çareserkirina pirsa Kurd de Kiliçdaroglu got: “Yek ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê pirsa Kurd e, cihê çareserkirina pirsa Kurd parlemana Tirkiyê ye. Li derveyî parlemana Tirkiyê çi ciheke din nikare vê pirsê çareser bike.”

Kiliçdaroglu herwiha anî ziman ku eger ew li Tirkiyê bibin desthelatdar dê Selahattin Demîrtaş û Osman Kavala û tevahiya kesên ku zilm li wan hatiye kirin û di girtîgehê de ne azad bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Receb Reyib Erdogan roja 8ê Kanûna 2021ê piştî vegera xwe ya ji Qeterê derbarê biryarên Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê yên derbarê  Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de gotibû: “Em biryarên Yekitiya Ewropa ên derbarê, Demirtaş, Kavala û filan bêhvan de nas nakin. Em tune dihesîbînin.   Li cem me ev biryar tune ne . Me ev yek çend caran ragihand. Eger  bixwazin bila fêm bikin û naxwazin jî bila  fêm nekin. Em li ser biryra daraza xwe biryara Yekitiya Ewropayê qebûl nakin. Çi bizanin bila wê bikin.”

Serepeyv