Çîn: Tirkiye Sûriyê dagir kiriye
Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Netewên Yekbûyî (NY) yê Çînê Geng Shuang, di rûniştina Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de axivî û got, “Tirkiye Suriyê dagir dike.”
Alîkarê Nûnerê Daîmî yê NY'ê yê Çînê Geng Shuang, di rûniştina Sûriyê ya Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de derbarê mana Tirkiyê li Sûriyê axivî û Tirkiyê wek hêzê "dagirker" da nasandin.
Geng destnîşan kir ku ligel dagirkeriyê Tirkiye bi qûtkirina avê jî dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefê pêk tîne û hiqûqa navdewletî binpê dike.
Geng dibêje, ji kêmbûna ava Firatê û birîna ava wêstgeha Elok Tirkiye berpirsyar e û bang li Tirkiyê kir ku li gorî hiqûqa navdewletî tevbigere.
Jibilî nûnerên 15 welatên endamên NY, nûnerên Sûriyê, Tirkiyê û Îranê jî beşdarî civîna Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî bûn.
Nunerê Tirkiyê yê Netewên Yekbûyî Feridun Sinirlioglu derbarê gotinên nûnerê Çînê de bersiv da û got: “Nêzîkî 9 milyon koçberên Sûriyê di bin parastina Tirkiyê de ne. Pêwîstiya me nîne em mafên mirov ji kesên ku hiqûqa mirovî ya navdewletî binpê dikin fêr bibin.”