Komîta Rizgarkirinê ya Navneteweyî: Dewleta Tirkiyê çeteyên Efgan dişîne Qerebaxê
Îlon 21, 2021 11:02 Asia/Tehran
Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî diyar kir ku dewleta Tirkiyê amadekariyan dike ku çeteyên Efgan ber bi herêma Qerebaxa Çiya ve bişîne.
Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî ya Xiristiyanî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê amadekariyan dike ku çeteyên Efgan bişîne herêma Qerebaxê ya di navbera Ermenistan û Komara Azerbêcanê de.
Her wiha wezîrê karên derve yê Komara Qerebaxê têkildarî belavbûna endamên rêxistina El-Qaîde li herêma ku herî dawî Komara Azerbêcanê kontrola wê xistiye bin destê xwe, hişyarî da û diyar kir ku dewleta tirk çi ji destê wê were ji bo alozkirina vê deverê dike û komên çete û terorîîst ji her dereke cîhanê dişîne vê deverê ku herî dawiyê jî biryar daye çeteyên efgan bişîne deverê..