Tebax 14, 2021 23:39 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 145 kes bi coronayê mirin

Di 24 saetên dawî de, li Tirkiyê 284 hezar û 947 testên Covid-19 hatin kirin, ku li gor encaman 19 hezar û 949 kes bi vê vîrusê ketine û 145 kes ji pêketiyên coronayê jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê di 24 saetên bihorî de li vî welatî 19 hezar û 949 kes bi Koronayê ketin û145 kes ji pêketiyên Covid-19 jî canê xwe ji dest dane.

Ji duh ve heta îro 38 hezar û 699 nexweşên coronayê jî li Tirkiyê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê diyar kiriye, 43 milyon û 877 hezar û 460 kesan heta niha dozek vaksînê wergirtine, 32 milyon û 691 hezar û 994 kesan doza duyem a vaksînê wergirtine û 6 milyon û 556 hezar û 728 kesan jî doza sêyem a vaksîna Covid-19 wergirtine.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li dû Mugla, li Çanakkale, Edîrne, Kirklareli, Balikesir, Amasya, Aydin, Eskişehir, Tekîrdag û Yalova herî zêde vaksîna Covid-19 hatiye lêdan.

Parêzgehên kurdên Tirkiyê bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de cih girtine. Li dûv Riha, Mêrdîn, Bedlîs, Amed, Mûş, Êlih, Çewlîg, Îdirû Agirî  tên.

Serepeyv