Tebax 14, 2021 19:55 Asia/Tehran
  • Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê: Komên çekdar wê êrîşî me bikin

Balyozxaneya Tirkiye ya li Bexdayê îdia kiriye ku komên çekdar wê êrîşî balyozxana vî welatî bikin.

Îro roja şemiyê 14.08.2021ê malpera RT ya Rûsyayê ji ser zarê çavkaniyeke emnî ya Iraqê belav kiriye ku  balyozxaneya Tirkiyê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye bi awayekî lezgîn hêzên zêdetir ji bo balyozxaneyê bişîne.

Herwiha wê çavkaniya emnî amaje bi wê yekê jî kiriye, balyoxana Tirkiyê ew zanyarî daye hikûmetê ku wê komên çekdar êrîşî balyozxanê bikin û balyozxanê navên wan koman aşkere nekiriye.

Balyozxana Tirkiyê li herêma kesk a Bexdayê ye û herçend gelek hêzên emnî yên Iraqê li wê herêmê hebin jî komên çekdar dikarin biçin nava wê herêmê û êrîşî balyozxana Amerîkayê bikin.

Cihê behsê ye rojane navendên hêzên hevpeymaniya navdewletî û karwanên hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê û balyozxana vî welatî dibin armancên komên çekdar.

Serepeyv