Hezîran 14, 2021 23:47 Asia/Tehran
  • Civîna Biden û Erdogan li ber sîbera aloziya têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê

Di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de hevdîtina Serokomarê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Brûksela paytexta Belcîkayê bi rê ve çû.

Lûtkeya NATOyê ku serokên dewlet û hikûmetan ên welatên endamên NATOyê beşdar dibin, li biryargeha NATOyê ya li paytexta Belcîka bajarê Brûkselê birêve diçe.

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di çarçoveya lûtkeyê de hatin ba hev.Civîna dualî ya Erdogan û Biden ku seat 19:00 destpê kir  45 xulekan ajot. Di vê civînê de Biden îdia kir ku Amerîka hez dike têkiliyên xwe bi Tirkiyê re bi hêz û qahêm bike.

Kirîna sîstema berevaniya hewayî ya S-400 ji Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê û mudaxileyên vî welatî li karûbarên Sûriyê û Lîbyayê , herwiha bifermî naskirina komkujiya ermeniyan bi destê Osmaniyan ji aliyê Biden û nedana Fetullah Gulen ber destê Tirkiyê ji aliyê Amerîkayê ku Erdogan wî wek sebebkarê darbeya 2016 dizane û gelek meselên din bûne sedem ku têkiliyên Amerîka û Tirkiyê aloz bibin.

Piştî civîna dualî civîna di navbera şandên herdu welatan de destpê kir.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Berdevkê AK Pê Omer Çelik, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Balyozê Tirkiyê yê li Waşîngtonê Murat Mercan jî amade bûn.

Lûtkeya NATOyê îro Duşemê 14ê Hezîrana 2021ê destpê kir di rojeva lûtkeyê de mijarên weke kifşkirina nexşerêya tifaqê ya 10 salên paşerojê, rojanekirina konsepta stratejîk a NATOyê, pêşketina Çînê, rewşa têkiliyên bi Rûsyayê re ku di salên dawîn de paş ketin, Ukrayna, gefên sîber, têkoşîna terorê, teknolojiyên xerabker, bandora guherîna keşûhewayê ya li ser ewlehiyê û piştî biryara bidawîkirina mîsyona NATOyê ya li Efxanistanê ji wan mijaran bûn ku di Lûtkeya NATOyê de hatin hilkolandin.

Serepeyv