May 19, 2021 13:00 Asia/Tehran
  • Jimara qurbaniyên Koronayê li Tirkiyê hîn li jor e

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 11 hezar û 937 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 203 kes jî bi coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 saetên dawiyê aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 saetên dawiyê de 217 hezar û 276 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 11 hezar û 937 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 203 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 10 hezar û 125 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 139 hezar û 485 kesan û 45 hezar û 186 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 971 hezar û 245 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 51 milyon û 294 hezar û 8 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv