Zêdebûna qurbaniyên Koronayê li Tirkiyê- 223 kesên din jî mirine
May 17, 2021 10:39 Asia/Tehran
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 10 hezar û 512 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 223 kes jî bi Koronayê mirine.
Roja yekşemê 16.05.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê aşkere kir. Ligor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê di nava 24 saetên dawîn de 10 hezar û 512 kesên din bi Koronayê ketine û 223 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane.
Herwiha 14 hezar û 418 nexweşên Koronayê jî di nava 24 saeên borî de baş bûne.
Heta niha li Tirkiyê kesên ku bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 117 hezar û 374 kesan û 44 hezar û 760 kesan jî canê xwe ji dest dane,
Herwiha heta niha 4 milyon û 947 hezar û 256 kes jî ji vîrusê baş bûne.