Amara Dawiyê ya Koronayê li Tirkiyê- 373 kesên din mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 817 kesên din bi Koronayê ketin û herwiha 373 kes jî bivê vîrusê jiyana xwe ji dest dan. Ev amar nîşan dide ku hîn amara pêketî û miriyên Koronayê li Tirkiyê kêm nebûye.
Duh şemiyê 01.05.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amara nû ya Koronayê yên 24 saetên Dawiyê aşkere kir, li gor wê 242 hezar û 194 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 28 hezar û 817 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amara nû, di medeha 24 saetên dawiyê 373 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dan. Herwiha 81 hezar û 302 nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên dawiyê de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 849 hezar û 408 kesan û 40 hezar û 504 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 405 hezar û 199 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Van rojana ji ber zêdebûna amara pêketî û miriyên Koronayê li Tirkiyê ev welat ketiye nav rewşeke dijwar de û bi caran vêamarê rekord şikandiye.