Li Tirkiyê hejmara miriyên bi coronayê 39 hezarî derbas kir
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 43 hezar û 301 kesên din bi Koronayê ketin û herwiha 346 kes jî bi vê vîrusê jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ragihandina dawiyê ya Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 saetên derbasbûyî de 282 hezar û 192 pişkinînên taybet bi coronayê hatine kirin ku encamên 43 hezar û 301 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 346 kes ji pêketiyên coronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 45 hezar û 592 nexweşên coronayê jî di nava 24 saetên dawiyê de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 710 hezar û 582 kesan û 39 hezar û 57 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 167 hezar û 263 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 46 milyon û 435 hezar û 343 pişkinînên coronayê hatine pêkanîn.