362 kesên din li Tirkiyê bi Koronayê mirine
Nîsan 22, 2021 09:27 Asia/Tehran
Duh çarşemê 21.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên dawiyê aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetan de 218 hezar û 839 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 61 hezar û 967 ji wan pozîtîv bûye.
Herwiha ji roja sêşemê 20.04.2021ê heta duh çarşemê 362 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 52 hezar û 213 nexweşên Coronayê jî di nava 24 saetên dawiyê de baş bûne.
Heta niha li Tirkiyê kesên ku bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 446 hezar û 591 kesan û 36 hezar û 975 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 844 hezar û 342 kes jî ji vîrusê baş bûne.