li Tirkiye zêde ji 61 hezar kes bi Koronayê ketin û 279 kes jî ji ber wê mirin
Li Tirkiye di heyama 24 saetên dawîn de 61 hezar û 400 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 297 kes jî bi Koronayê mirine.
Pêncşemê 15.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetan aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 saetan de 318 hezar û 217 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 61 hezar û 400 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji pêr heta duh êvrê 297 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 54 hezar û 894 nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetan de baş bûne.Heta niha li Tirkiyê kesên ku bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 86 hezar û 957 kesan û 35 hezar û 31 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 535 hezar û 50 kes jî ji vîrusê baş bûne.