Çile 11, 2021 21:32 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê çekê dide zarokan û wan tevlî nav komên çeteyan dike

Artêşa Tirkiyê li Serê Kaniyê û Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin, perwerdehiya leşkerî dide zarokan û ji bo tevlêbûna wan nav komên çeteyan wan amade dike.

Dewleta Tirkiyê ya ku li Sûriyê gelek sûc kirine, vê carê jî li Serê Kaniyê û Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin, li ser navê ‘îmhakirina mayînan’ perwerdehiya şer dide zarokên temenê wan bin 18 salî ye.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirkiyê sûcê şer dike. Cûma got ku, “Berê jî derketibû holê ku xebatên wisa yên dewleta Tirkiyê hene. Li Efrînê dema ku di navbera çeteyan de şer çêbûbû, zarokekî kincên leşkeran lê miribû. Dewleta Tirkiyê van zarokan di şer de bi kar tîne. Di nav çeteyên dewleta Tirkiyê de zarok jî hene. Zarokên ji Sûriyê perwerde dikin û wan dişînin welatên wekî Lîbyayê.”

Cûma diyar kir ku wekî ku di wêne de jî tê dîtin leşkerên Tirkiyê perwerdehiya mayîn û bombeyan dide zarokên 5-15 salî û got, “Dewleta Tirkiyê li ser axa Sûriyê hêzeke dagirker e. Ji ber van xebatên xwe divê hesab jê were pirsîn. Divê heyeteke navneteweyî biçe van qadên hatine dagirkirin û derbarê rewşa zarokan daxuyaniyekê bidin. Divê saziyên mafên mirovan û saziyên hiqûqê jî peywira xwe bi cih bînin.”

Di meclîsa fermî ya Tirkiyê de jî hatibû rojevê ku dewleta Tirkiyê li Sûriyê çekê di destê zarokan û wan dişîne şer. Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê Têkiliyên Derve yê CHP’ê Unal Çevîkoz di 25’ê Mijdarê de di Desteya Giştî de diyar kiribû ku artêşa Tirkiyê li Sûriyê çekê dide destên zarokan û ji sedî 40’ê endamên Artêşa Millî ya Sûriyê ji zarokên temenê wan bin 18 salî ne.

Serepeyv