Kanûn 26, 2020 21:51 Asia/Tehran
  • Li Elezîzê erdhejek pêkhat

 Li navçeya kurdî ya Sîvrîce ya Elezîzê bi hêza 4.1 rîşteran erdhej pêkhat.

Li gor daneyên Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD), li navçeya Sîvrîce ya Elezîzê, 11 kîlometre li bin erdê, bi pileya 4.1 rîşteran erdhej pêkhat.

Hat ragihandin ku erdhej li bajar û bajarokên derdorê jî hatiye hîskirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 24ê Çileya 2020an de li parêzgehên Elezîz û Meletiyê erdhejek bi pileya 6.5 pêkhatibû û di encama wê erdhejê de 37 kesan li Elezîzê û 41 kesan jî li Meletiyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Wanê jî bi pileya 3.8 erdhejek çêbû.Hat ragihandin ku îro li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê jî di demjimêr 12:31ê de erdhejek bi pileya 3.8 pêkhat.

Serepeyv