Balafirên kargoyê yên Tirkiyê barên xwe li rojavayê Lîbyayê vala kirin
Dezgehên çapemeniya ereb daxuyand ku 3 balafirên kargoyê(barî) yên dewleta Tirkiyê duh barên xwe li baregeha Wetiyê ya rojavayê Lîbyayê vala kirin.
Li gorî çavkaniyên Al-Arabiye Al-Hadas, 3 balafirên kargoyê yên dewleta Tirkiyê duh barên xwe li baregeha Wetiyê ya rojavayê Lîbyayê vala kirin.
Ev yek piştî binpêkirinên her du aliyên dijber ên têkildarî diyalogên bi sponseriya NY’yê di demeke berê de li dar ketiye, pêk hat. Her wiha ev pêngava dewleta Tirkiyê, piştî ragihandina artêşa Almanyayê ku Enqerê nehişt hêzên Almanyayê bi erka xwe ya leşkerî ya di Yekitiya Ewropayê de rabin û keştiya dewleta Tirkiyê ku tê texmînkirin tê de çekan vediguhêze Lîbyayê, pêk hat.
Enqere bi hezaran çeteyên ji Sûriyê veguhastin Lîbyayê, da ku li rex hikumeta Wîfaqa Nîştimanî ya bi serkêşiya Fayiz Sîrac li dijî hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî şer bike.