Fransa: Tirkiye Îslamiya êrîşkar li dijî me pêş dixe
Hikûmeta Fransa Tirkiyê bi wê yekê tawanbar dike ku ew li ber deriyê Ewropa “îslamiya êrîşkar" cîbicî dike û got, îmkan heye Yekîtiya Ewropayê dorpêçan li ser hinek sektoran deyne.
Yekîtiya Ewropayê di dawiya meha Cotmehê de gotibû provokasyonên Enqerê qet nayêne qebûlkirin û amaje bi wê yekê dabû ku dê biryarên li ser dorpêçan di civîna Yekîtiya Ewropayê Kanûna 2020an de bêne wergirtin.
Wezîrê Karûbarên Ewrûpayê Clement Beaun(Bon) dibêje, temamê bijardeyan li ser masê ne û dibe ku ambargo deynin ser hinek kesayetên Tirkiyê jî. Li gorî wezîr, gotûbêja ku li ser derxistina Tirkiyê ji bazara hevpar têne kirin, bê bandor in.
Clement Beaun dide zanîn ku di Civîna dawî ya Yekîtiya Ewropayê de şensekî dawî dabûne Tirkiyê, lê wiha xuya ye ku Enqere rêya tûndî û provokasyonan hilbijartiye, ji ber vê ew jî dê gaveke din ber bi pêş biçin.
Beaun amaje bi wê yekê kir ku “Tirkiye îslmiya êrişkar li dijî Fransayê pêş dixe” û got: “10 heta 15 salan jî ew di wê baweriyê de bûn ku Tirkiyê demokrasiyeke rojavayî ye, lê bi şêwazê rojhilatî gav bi gav ber bi pêş diçe, lê ev rast derneket. Di aliyê çandî, jeopolitikî û warên din de îslamiyeteke tûnd dike. Divê mirov ne saf be. Me ev yek di pirsa Qarabaxê de jî dît.”
Ev yek di demekê de ye, ku aloziyên navbera Fransa û Tirkiyê gelek zêde bûne û bi taybet piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû, Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêwîstiya wî bi çareseriya derûnî heye, ew jî piştî axaftina Macron ya piştî serjêkirina mamostayekî Fransî li ser behskirin û nîşandana karîkatorê pêxemberê Îslamê (S) ji aliyê kesekî Misilman ve hat, ku gotibû nîşandana karîkatoran beşek ji azadiya derbirînê ye, ku nirxekî gel û hikûmeta Fransayê ye û Parîs dest ji nirxên xwe bernade.
Pêştir li ser çend mijarên din ên weke rewşa Lîbyayê û hewlên Tirkiyê yên li nav Deryaya Spî bo geryana li pey çavkaniyên enerjiyê û derbaskirina sînorê deryayî yê Yunanê, pêwendiyên navbera Parîs û Enqerê aloz bûbûn.