Mijdar 14, 2025 17:36 Asia/Tehran
  • Perçeyên balafira Tirkiyê hatin dîtin

Çavkaniyên Tirkiyê ragihandin ku bermahiyên balafira agirkujiyê ya Tirkiyê ku di rêya vegerê de ji Korowasiyê ber bi Tirkiyê ve winda bû, li deverek daristanî hatin dîtin.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê Îbrahîm Yumagli got: Perçeyên balafira agirkujiyê ya Tirkiyê ku di rêya vegerê ji Korowasiyê ber bi Tirkiyê ve winda bibû, li nêzîkî bajarokê Sînî yê li rojavayê Korowasiyê hatin dîtin û mixabin pîlotê balafirê jî di qezayê de jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyê herwiha got : Du balafirên welêt ji bo xebatên lênêrîn û tamîrkirinê bo  Korowasiyê hatin şandin û dema ku vegeriyan Tirkiyê, yek ji wan daket, lê têkiliya bi balafira duyemîn re qut bû. Di operasyona lêgerîn û rizgarkirinê de bi alîkariya Korowasiyê, bermahiyên balafirê li nêzîkî bajarê Sînî yê Korowasiyê hatin dîtin.

Serepeyv