Îlon 08, 2020 12:50 Asia/Tehran
  •  Li Xelata Bidlîsê di kolanên li Keleha Hundirîn da perçeyên seramîkê yên 5 hezar û 200 salî hatin dîtin

Di xebatên kolana li Keleha Hundirîn a li Bajarê Xelata Kevn a li Bidlîsê da perçeyên seramîkê yên 5 hezar û 200 salî ku hat tesbîtkirin yên "Çanda Karazê" ne, hatin dîtin.

Xebatên kolana şûnwarên dîrokî ku bi destê Midûriyeta Muzeya Xelatê li jora şikeftên li Taxa Xirabeşehrê li ciyê keleha hundirîn hatin destpêkirin, didomin.

Kordînatorê Zanistî yê Kolanên Bajarê Xelata Kevn û Endamê Hîndekariyê Dr. Mehmet Kulaz ku xebatên kolanê bi rê va dibe, di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku wan îsal di du ciyên ku vekirin da berateyên girîng bi dest xistin.

Kulaz bal kişand ku wan, seramîkên ji çanda Karazê ku salên 3200î yên beriya zayînî hatine emilandin dîtin û her wiha ew rastî berateyên ji serdemên Çaxa Hesin û Navînî hatin û wiha dewam kir:

"Di kolanên li Keleha Hundirîn da me gelek berateyên seramîkê bi dest xistin. Ev di tesbîtkirina dîroka kelehê da agahiyên girîng didin. Me seramîkên ku em rast hatin, sinifandin. Ji sedî 7ê van yên çanda Karazê û Çaxa Bronz in, ji sedî 17ê wan yên Çaxa Hesin û yên mayîn jî ji Çaxa Navînî mane. Ev jî nîşan didin ku dîroka Keleha Hundirîn a Xelatê vedigere salên 3200 ên beriya zayînê."

 

Serepeyv