Tebax 03, 2020 08:56 Asia/Tehran
  • SOHR: Dewleta Tirkiyê 17 hezar çete şandine Lîbyayê ku ji wan 350 zarok in

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SHOR) ragihand ku heya niha dewleta Tirkiyê 17 hezar çete şandine Lîbyayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SHOR) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku heya niha dewleta Tirkiyê 17 hezar çete şandine Lîbyayê ku ji wan 350 zarok in, . Navendê da xuyakirin ku nêzî 10 hezar çete jî li ba Tirkiyê ne, ji wana 2 hezar û 500 çete ji Tunisê ne û bi riya piştgiriya MÎT’a Tirkiyê çûne Lîbyayê.

Herwiha SOHR’ê di daxuyaniyek din a xwe de diyarkir ku di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li rojavayê Dêrazorê de, 4 endamên hêzên hikumeta Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv