Pisporên amerîkî dibêjin: Têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê xurt in
Li gorî rapora Hawar Newsê, Pispor û lêkolînerên amerîkî gotin: “Mikurhatina dewleta Tirkiyê a ji bo revandina malbeteke DAIŞ’î ji kampa Holê, têkiliyên wê yên xurt ên bi DAIŞ’ê re diyar dike. Tişta ku Tirkiye dike şaş e, binpêkirina peymanên navdelwetî ne û bêrêziya li hemberî NATO'yê ye."
Li gorî rapora Hawar Newsê, "Ragihandinên fermî yên dewleta Tirkiyê û berdevkê AKP'ê daxuyand ku istîxbarata dewleta Tirkiyê jineke DAIŞ’ê ku ji Moldovyayê ye û 4 zarokên wê, ji kampa Holê ya ku 45 kîlometreyan dûrî rojhilatê Hesekê ye, birevînin.
Di vê derbarê de rêvebera Navenda Navdewletî ya Lêkolînên Tundrawiyê (ICSVE) Ann Spicard ji ANHA’yê re wiha daxuyand: "ICSVE'yê di dirêjehiya salên dawî de hevdîtin bi 240 endamên DAIŞ’ê re çêkir, di nav de emîrên DAIŞ'ê hebûn ku bi artêş û istîxbaratên dewleta Tirkiyê re kar dikirin."
'TIRKIYE DESTEKÊ DIDE DAIŞ’Ê'
Lêkolînera amerîkî her wiha got : "Tirkiye ji demeke dirêj ve destekê dide DAIŞ'ê, zêdeyî 40 hezar leşkerên biyanî di sînora xwe re derbasî Sûriyê kir."
Ann Spicard piştrast kir ku Tirkiyê sînor ji çeteyên DAIŞ’ê re vekir da ku derbasî Sûriyê bibin û peyman li xetên avê ji bo pêxistina kehrebeyê bi DAIŞ’ê re çêkir. Her wiha hişt ku çeteyên DAIŞ’ê li nexweşxaneyên Tirkiyê bên dermankirin ku nexweşxaneyên lênihêrîna tenduristî ji wan re pêşkêş dikir, da ku dîsa vegerin li Sûriyê şer bikin.
Ann Spicard wiha domand: "Tirkiyê di payîza 2019'an de, bi hinceta ku Hêzên Sûriya Demokratîk komeke terorîst e derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Lê komên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin mîna terorîstan tevgeriyan, heman kiryar li Efrîna dagirkirî pêk anîn. Wan mafên mirovan binpê kirin, sivîl kuştin, kamp û girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk topbaran kirin. Di encamê de zêdetirî 950 jin û zarok ber bi herêmên dagirkirî û hin jî ber erdên dewleta Tirkiyê ve revîn."
'TIRKIYE RÊZÊ JI HÊZÊN KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ Û NATO’YÊ RE NAGIRE'
Ann Spicard destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê bi revandina welatiya Moldovî û 4 zarokên wê ji kampa Holê bi awayeke neqanûnî ber bi herêmên di bin kontrola Tirkiyê de serbilind e. Bi vê yekê rêz ji Koalîsyona Navnetewî re ku ji gelek dewletên NATO’yê pêk tên, negirt.
Ann Spicard diyar kir ku "Dewleta Tirkiyê bi revandina çeteyên DAIŞ ji kamp û girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaştiyek mezin dike. Kiryarên wê li dijî qanûnên navnetewî yên derbarê tunekirina terorê de ne. Rêzê ji NATO û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ku serkêşiya Koalîsyona Li Dijî DAIŞ'ê dike re, nagire."
’JI TIRKIYÊ ZÊDETIR TU KES DAIŞ'Ê NAS NAKE'
Li ser pirsa asta têkiliyên Tirkiyê û çeteyên DAIŞ'ê, lêkolînerê di peymangeha AEI'yê de Michael Robin got: "Tu kes zêdetirî istîxbarata dewleta Tirkiyê DAIŞ’ê nas nake, ji ber ku têkilî di navbera wan de hene. Têkiliyên di navbera wan de xurt in, bi taybet jî ji dema serweriya DAIŞ’ê ya li ser Mûsilê. Civaka navnetewî dizane ku têkiliya dewleta Tirkiyê bi DAIŞ’ê re berfireh e. Lê hin diplomat qirêjiyan başguh dikin û ew texmîn dikin ku dewleta Tirkiyê ji bo bidawîkirina DAIŞ’ê pêwîst e.”