55 hezar endamên malbtên daiş'î ku welatiyên 50 welatên cîhanê ne hema wisa di kampên di bin kontrola Kurdên Sûriyê da sergirdan in û ev welatana hîn jî naxwazin wan wergirin û bizivîrînin axa xwe.
Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got, Kampa Holê weke bombeyeke li ber teqînê ye.
Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir, ku divê kampa Holê, ku navenda malbatên endamên DAIŞê ye, were hilweşandin.
Komeke din a malbatên iraqî ku pêkhatî ji 174 malbatan in ji Kampa Holê ya ku zîndaniyên DAIŞ'ê û malbatên wan tê da tên ragirtin, bo Iraqê hatin vegerandin.
Kurdên Sûriyê bi tekeziya ser vê yekê wan têra xwe derfet ji bo ragirtin û mehkemekirina zîndaniyên DAIŞ'ê yên di destê xwe da tunene, ji civaka navneteweyî xwestin ku zîndaniyên biyanî yên DAIŞ'ê vegerînin welatên wan.
Rayedarên Kurdên Bakur û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ragihandin, Pirsgirêka zarokên di destê DAIŞ'ê da ji bo paşeroja hemî cîhanê xeteriyeke mezin e.
Pevçûnên giran li kampa filistînî ya El-Helweyê li bajarê Seydayê ya Lubnanê ku ji du rojan berî niha ve destpê bûne, îro hîna girantir bûne
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê di axiftinekê li Newyorkê de ser pêwîstiya têkbirina kampa El-holê li Sûriyê teqez kir.
Hevdem digel vegeriyana malbatên DAIŞ'ê ji Kampa Holê ya Sûriyê bo Iraqê bi piştevaniya Amerîkayê, êrîşên terorîstî li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî zêdetir bûne.
Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê rewşa Kampa Holê li bakurê rojhilatê Sûriyê weke Bombeyeke Saetê bi nav kir.