Iraq: Kempa Hol`ê gefek himber hemî navçeyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i356404-iraq_kempa_hol_ê_gefek_himber_hemî_navçeyê_ye
Endamekî Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê derbara xeterên Kempa Hol`ê li axa Sûrîyê ku bi hezaran endamên DAIŞê tê da ne, hişyarî da.
(last modified 2025-09-29T10:53:47+00:00 )
Îlon 29, 2025 16:08 Asia/Tehran
  • Iraq: Kempa Hol`ê gefek himber hemî navçeyê ye

Endamekî Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê derbara xeterên Kempa Hol`ê li axa Sûrîyê ku bi hezaran endamên DAIŞê tê da ne, hişyarî da.

Elî Bendawî endamê Komsyona Ewleh û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê hişyarî da ku xeterên emnî yên ji ber berhevnekirina Kempa Hol`ê tund dibin. Wî herwiha got: Kempa Hol`ê li axa Sûrîyê ku bi hezaran endamên DAIŞê u malbatên wan tê da ne, gefeke rasterast dijî ewlehîya Iraq, navçe û cîhanê tê hesêb.

Berî vîya Serokomarê Iraqê jî pêgirî kiribû: Em bi dû daxistina Kempa Hol`ê ne. ji ber ku ew kempa li navçeyê sînorî ye u xeterek ji bo Sûrîye, Iraq û heta Tirkîyê tê hesêb.