Hin welat dijî berhevkirina kempa Holê ya li Sûrîyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i357262-hin_welat_dijî_berhevkirina_kempa_holê_ya_li_sûrîyê_ne
Parlimanterekî iraqî derbara astengîderxistina hin elatan ser rêya jiholêrakirina Kempa Holê li Sûrîyê da hişyarî da.
(last modified 2025-11-29T10:16:17+00:00 )
Tesrîn 29, 2025 10:43 Asia/Tehran
  • Hin welat dijî berhevkirina kempa Holê ya li Sûrîyê ne

Parlimanterekî iraqî derbara astengîderxistina hin elatan ser rêya jiholêrakirina Kempa Holê li Sûrîyê da hişyarî da.

Muxtar Mûsewî endamê parlimana Iraqê pêgirî kir ku hin welat ser rêya jiholêrakirina Kempa Holê li Sûrîyê astengîyan derdixin, ji ber ku bi saya kempên bi vî rengî armancên sîyasî yên xwe li herêmê dişopînin.

Vî parlimanterê iraqî herwiha got: Kempa Holê fenanî bombeke amadekirî li Rojhilata Navînê ye, ji ber ku terorîstên zêde ji 30 welatên cîhanê tê da tên ragirtin. Ev kempa wekî xerîteya lêzanînan bi beşdarîya dezgehên istixbaratê yên welatên curbicur ji bo amadekirina nivşeke nû ya terorîstan li herêmê tê hesêb. Tê gotin ku 30 hezar endam u kesên ser bi DAIŞê û malbata wan li Kempa Holê girtî ne.