Pêgirîya Enqerê ser domandina opêrasyona leşkerî li axa Sûrîyê
Çirî 12, 2019 13:08 Asia/Tehran
Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê ragihand ku gefên welatên din yê Enqerê ji domandina opêrasyona li axa Sûrîyê venegerîne.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê Ibrahîm Kalin îro li Twitterê amajeyî miciddbûna Tirkîyê di warê domandina opêrasyona bi navê Kanîya Aştîyê li axa Sûrîyê de kir û got: Gef û gotinên welatên din yê Enqerê ji domandina wê opêrasyona li axa Sûrîyê venegerînin.
Enqere di halekî de basa wê opêrasyonê dike ku gel û dewleta Sûrîyê hevrê digel civaka navnetewî û welatên herêmê wê êrîşê wek dagirkirina axa Sûrîyê dizanin.