Dibe ku Ocalan bi riya yek ji televizyonên Turkiyê peyamekê bide kurdên Tirkiyê
Tebax 30, 2015 18:46 Asia/Tehran
Tîmek ji televîzyoneke Tirkiyê çû girava Îmraliyê û herwiha tê pêşbînîkirin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyamekê bi riya wê televîzyonê bide xelkê kurd li Tirkiyê
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê tora medyayî ya Rûdaw`ê, hefteya bihurî tîmeka televîzyoneke Tirkiyê çû Girava Îmraliyê ya ku Abdullah Ocalan tê de girtî ye.Navê wê televîzyonê hêj nehatiye eşkerekirin. Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan Ayhan Bilgen jî wiha got: “Me tu agahî nestandine televîzyonekê ligel Abdullah Ocalan hevdîtin kiriye, lê me bîhistiye dê televîzyonek hevdîtinekê ligel wî pêk bîne.” Herwiha Ayhan Bilgen da zanîn ku wan bîhistiye komek ji “Lijneya Mirovên Aqilmend” jî dê li gel Ocalan hevdîtinekê bikin. Ji aliyê din ve Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê Orhan Miroglu jî ragihand: “Min ji karmanedekî televîzyonê bihîstiye, televizyonekê hevdîtin li gel Ocalan kiriye.” Orhan Miroglu wiha domand: “Tê gotin Ocalan dê 1ê Îlonê peyama aştiyê bide û dê bixwaze çek werin bêdengkirin. Lê min agahiyek ji aliyê hikûmetê ve piştrastkirî ne bîhistiye.” Miroglu amaje kir ku heger Ocalan bixwaze, hikûmet dê destûrê bide televîzyonekê ku li gel wî hevdîtine pêk bîne. Herî dawî Dr. Ramazan Topdemir îdîa kiribû Ocalan dê 1ê Îlonê banga aştiyê bike. Li gor vê raporê Topdemir beşdarî bernameyeke CNN TURKê bibû û gotibû, helwesta HDPê ya beşdabûna hikûmeta hilbijartinê erênî tê nirxandin û bi wê yekê jî di navbera HDPê û AK Partiyê ber bi başiye ve diçe.