Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonî li Zîvala Xezzeyê
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku 54 filistînîyên din di 24 saetên buhurî da bi destê Rejîma Sîyonîst li navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê hatine şehîdkirin û 831 kes jî hatine birîndarkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 61 hezar û 776 kesî. Hejmara birîndarên vî şrî jî rabû 154 hezar û 906 kesî.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku hejmara şehîdên ji birsîya û ji ber bedxworakîyê can dane jî careka din jorda çû û di 24 saetên buhurî da 4 filistînîyên din ji birsîya û xelayê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara şehîdên birsîbûn û xelayê li Zîvala Xezzeyê rabû 235 kesî ji wan 106 zarok in.
Li gorî gotina rayedarên Xezzeyê alîkarîyên ku li vê herêmê hatine wergirtin, kêmtir ji sedî 5ê pêwîstîyên bingehîn ên niştecîyê vê herêmê ne ûqeyrana mirovî li Xezzeyê hela jî didome.
Di vî halî da Seyîd Ebdulmelik Hûsî rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê birsîragiritna gelê Xezzeyê ``cinayeta herî kirêt û rezîlane`` ya Rejîma Sîyonîst a dagirker zanî û got: Rejîma Sîyonîst hewil dide cîhanê bi vî rengî bixapîne ku tu dibê qey xwe rê daye alîkarî ji hewayê va bo gelê Xezzeyê bên avêtin, di halekî da ku rastî tiştekî din e.