Endama pilebilind a MHP: Divê qanûna cizakirinê ji nû ve bê nivîsandin
Cîgira serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) ji ber cihêkarîya di cihanîna qanûna pêkanîna hikman û rewacdayîna girtinên nehewce rexne girt û daxwaza ji nû ve nivîsandina tam a van qanûnan kir.
Fediye Yildizê li Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê got: Divê rêzikên cihanîna hikman jibo giştan wekhev be, lê di pratîkê de cihêrengî tê dîtin. Ji bicihkirina 420 hezar girtiyan di girtîgehên bi zirûfa 270 hezar kesî de bigire heta veguherîna girtina demkî bo demajoyeke hêsan texmîna girtinê ji bo sûcên katalogê. Wî pergala bicihanîna hikman pergaleke pînekirî bi nav kir û û daxwaza ji nû ve nivîsandina tam a vê qanûnê kir.
Yildizê rexne ji rewacdayîna girtina demkî girt û got: Van rojana, wisa lê hatîye tu dibê qey ji bo desteserkirina merivan ti pêwîstî bi hegerê tineye.