Larîcanî bi Sersekreterê Hizbullaha Libnanê ra civîya
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê bi Sersekreterê Hizbullaha Libnanê ra li Beyrûtê hevdîtin pêk anî.
Elî Larîcanî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê di hevdîtina tev Şêx Ne`îm Qasim Sersekreterê Hizbullaha Libnanê da li Beyrûtê pêgirî ser helwesta neguhêr a Îranê ya piştgirîya ji Bereya Berxwedanê û gelê Libnanê kir.
Şêx Ne`îm Qasim jî di vê hevdîtinê da ji ber piştgirîyên ji Libnanê û bereya berxwedanê ya vî welatî himber Rejîma Sîyonîst, destxweşî li Îranê kir. Sersekreterê Hizbullaha Libnanê rola Têhranê di parastina yekitî, serwerî û serxwebûna wî welatî da girîng zanî û got ku peywendîyên di navbera gelên Libnan û Îranê da kûr, dîrokî û birayane ne.
Larîcanî berî vê hevdîtinê jî di civîneke çapemenîyê da pêgirî kir: Dijmin Libnanê Rejîma Sîyonîst e ku êrişî wî welatî kir û dostê Libnanê jî ew e ku himber Rejîma Sîyonîst sekinî. Larîcanî herwiha got: Hizbullah bereyeke resen û xwedîkok e û bi daxûyanîyekê ji nav naçe.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê di vê seredanê da herwiha bi bijare û kesayetîyên libnanî û filistînî yên li Beyrûtê ra jî hevdîtin pêk anî.