Hêzên yemenî balafirgeha Ben Gorîyonê dan ber mûşekan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355759-hêzên_yemenî_balafirgeha_ben_gorîyonê_dan_ber_mûşekan
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê got ku wan îro bi mûşekê êrişî balafirgeha Ben Gorîyon a li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê kir.
(last modified 2025-08-14T11:33:20+00:00 )
Tebax 14, 2025 15:43 Asia/Tehran
  • Hêzên yemenî balafirgeha Ben Gorîyonê dan ber mûşekan

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê got ku wan îro bi mûşekê êrişî balafirgeha Ben Gorîyon a li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê kir.

Yehya Serî gotîye ku ew êrişa bi mûşeka balestîk a haypersonîk a Filistîn-2yê bi awayekî serkevtî pêk hatîye û di encamê da bi hezaran sîyonîst revîn sitargehan û karê balafirgehê hat sekinandin.

Wî herwiha got ku ev operasyona fenanî oprasyonên berê ji bo piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê û têkoşerên wî gelî û wek bersivek himber qirrkirin û birsîhîştina gelê Zîvala Xezzeyê hat lidarxistin.