Tebax 14, 2025 18:13 Asia/Tehran

Medyayên sûrî ragihandin k udi navbea HSDê û artêşa hikûmeta demkî ya Sûrîyê da li rojhilata vî welatî pevçûn derket.

Li gorî medyayên sûrî, li derdora Dêrezorê pevçûnnê perraste yên bi çekên sivik û RPCyê di navbera çekdarên Colanî û HSDê da didomin. Pevçûna di navbera çekdarên Colanî û HSDê di halekî da ye ku pêr desteyeke ser bi HSDê ji bo muzakireya tev hikûmeta demkî çû Şamê. HSDê jî ragihand ku yekîneyên ser bo Colanî gerrên xwe li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîye yên şarê Helebê zêde kirine. Ew gerr û herwiha liv  ûtevgerên hêzên hikûmî li herêma Dêr Hafirê ser bi parêzgeha Helebê, binpêkirina agirbesê ne.

Çavkanîyên xwecî li bakura Sûrîyê jî ragihandin ku li derdora şarê Idlibê teqînek qewimî ku li gorî daxûyanîya rêxistinnê hawargiheştinê, di encamê da heta vê gavê 2 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne. 

Ji dema desthilatdarbûna Colanî û hêzên wî li hin navçeyên Sûrîyê û bicihbûna berfire ya kesên tundrê li rêxistin û dezgehên emnî da, pêleke bêmînak a bê-ewlehîtî û revandina merivan li Sûrîyê destpê bûye.Li gorî daxûyanîya Zêrevana Mafên merivan a Sûrîyê, hema di 10 rojên Tîrmehê da, 17 haletên revandina merivan ji wan a 3 jinan hatine tomarkirin. Herwiha herîkêm 74 keç û jin pirranî jî elewî ji destpêka desthilatdarbûna Colanî va hatine revandin. Tê gotin ku komên çekdar van cinayetana dikin. 

Serepeyv