Hasîb Kaplan: Em ê di hilbijartinên pêşwext de serkeftinek mezin bi dest bêxin
Tebax 30, 2015 18:29 Asia/Tehran
Perlemantarê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan ragihand ku li hilbijartina pêşwext li Tirkiyê HDP dê dengeke zêdetir ji yê 7 Hezîranê bîne dest.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Hasîp Kaplan Perlemantarê berê yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li hevpeyvîna tev medyaya Amerîka, bal kişande ser işkesta AKP li pêkanîna dewleta hevalbendî li nav Tirkiyê û ragihand ku li hilbijartina parlemanî ya pêşwext li 1 Mijdarê partiya me ya HDP dê pirtir ji cara berê dengan bîne dest xwe û her çend ku em 7 Hezîranê jî serketin lê vê carê serketina me dê pirtir bibe.Hasîb Kaplan bal kişande ser siyaseta HDP bona derbaskirina manê û berbenda Barajê û ragihand ku li 1 Mijdarê gelek ji xelkê Tirkiyê dê dengên xwe bidine HDP ji ber ku HDP aşitîxwaz e û AKP şerxwaz û gelê Tirkiyê jî bi eşkera haje vê yekê bûne.
Hasîb Kaplan ragihand ku herçend Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê dil heye pê teblîxatên neqanûnî xelkê bixapîne ku ewna dengê xwe bidin AKP'ê, lê gelê Tirkiyê ku ji alozî û gendeliyê bêzarin dê dengên xwe bidin HDP.