Tebax 30, 2015 17:42 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hevkariya çekdariyê ya Tirkiye û Behrêynê

Serokê Konseya Bazirganên Tirkiye û Behrêynê, bal kişand ser xurtkirina hevkariya çekdariyê di navbera Mename û Enqerê û ragihand: Behrêynê, ji Tirkiyê qayiqên bi lez, tifing û balafirên bê frokevan kirîîne.

Li gorî rapora grûpa navneteweyî ya Ajansa nûçeyan a Farsê, Usman Yildirim, serokê Konseya Bazirganên Tirkiye û Behrêynê, bal kişand ser vê yekê ku Mename bi zanatî, hevkariya xwe ya bi Tirkiyê ra zêde kiriye û herwiha got: Ji warên herî girîng ên hevkariyên çekdariyê yên di navbera her du aliyan, kirîîna qayiqên bi lez, tifing û balafirên bê pîlot ji Tirkiyê ye. Li gorî rapora rojnama El- Wesetê, Yildirimi li koma taxima medyayî yê Berêynê û li sefera bo Stenbolê got: Pişka pêşeyên berevaniyê ji asta danûstandina bazirganiyê ya di navbera du welatan, sedî 7.5 û beranberî nêzî 40 mîlyon dolarî ye. Li gorî vê raporê, serokê Konseya Bazirganên Tirkiye û Behrêynê, hewldanên ji bo li darxistina navçeyeka pêşeyî ya Tirkiyê li axa Behrêynê aşkera kir û herwiha got: Helwêsta dewleta Behrêynê ya li hember vê projeyê pozitîv e û hin gengeşe li bara cihê pêşniyarbûyî ji bo vê planê jî hatine kirin.
Yildirimi destnîşan kir ku dema bi cihhatina damezirandina navçeyeka pêşeyî ya Tirkiyê li Behrêynê, hêviya pêkhatina dewleta Tirkiyê ye.
Serokê Konseya Bazirganên Tirkiye û Behrêynê destnîşan kir: Du aliyên behrêynî û tirk, di sê salên buhurî da, hin hevhatinnameyan li bara kirîîna erdên cotkariyê ji aliyê Behrêynê va li axa Tirkiyê wajo kiribûn ku karekî wiha ji aliyê Menamê va hate pêşwazîkirin. Wî li beşeka din a axiftina xwe destnîşan kir ku sedî 65'ê hewcetiyên çekdariyê yên Tirkiyê, berhemên navxweyî digirin ber xwe.