Balafirên Tirkiyê û Amerîkayê êrişî ser DAIŞ kirin
Tebax 30, 2015 17:12 Asia/Tehran
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê li daxûyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa Tirkiyê bi alîkariya firokên şerî yên Amerîka êrişî ser pêgehên grûp terorîst a DAIŞ'ê kirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê medyayên Tirkiy`yê, Wezareta Karên derve yê Tirkiyê li daxûyaniya xwe ya duh şemê ragihand ku firokên şerî yên vî welatî bi alîkariya firokên şerî yên Amerîkayê , pêgehên terorîstên DAIŞ'ê li nav axa Sûriyê bombbaran kirin.Li vê daxûyaniyê hatiye ragihandin ku ev êrişên hanê dijî DAIŞ'ê dê berfiretir bibin.
Tekoşîna li hember terorê ji bo Tirkiyê ji hêla ewlehiya neteweyî ve mijareke sereke ye.
Tirkiyê li halekê ji van êrişên dijî DAIŞ'ê û dewama van êrişan axivtiye ku heta mudehekê berî niha dewleta Enqerê hema bi eşkeera ji grûpa terorîst a DAIŞ'ê piştevanî dikin û bilî alîkariyên çek û sîlahî û abûrî, rê didaye terorîstan ku ji sînorên vî welatî (Tirkiyê) derbas bibin û herine nav axa Sûriyê.
Tirkiyê ji sala 201'3an pê ve DAIŞ wek rêxistineke terorê qebûl kiriye û xistiya nav listeya xwe ya terorê. Ji ber ku tehdîda terorê ji holê rabe him ji hêla neteweyî û him jî ji hêla navneteweyî ve xebatên xwe didomîne.
Helbet hatiye ragihandin ji wê çaxê da êrişên xwe dijî DAIŞ'ê destpê kir ku hem ev grûpa bo vî welatî wekî gef û xeterekî mezin hate hisab û hem jî bîrûraya giştî ya xelkê Tirkiyê û gelên cîhanê ev siyaseta piştevaniya AKP ji terorîstên DAIŞ'ê mehkûm kir.