li Silopiya Tirkiyê 3 kes bi destê polêsan hatin kuştin
Tebax 30, 2015 16:41 Asia/Tehran
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê, di şerê navbera hêzên Tirk û şervanên alîgirên PKK'ê de 3 kesan jiyana xwe dest dan.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DHA`yê, ji şeva borî ve heta niha li bajarokê Silopiyê yê Şirnexê, di navbera hêzên Tirk û şervanên alîgirên PKKê de şerekî giran derketiye. Li gorî medyaya Tirkiyê, heta niha 3 xortên kurd di malekê de ji aliyê hêzên polîs ve hatine kuştin. Hat gotin ku piştî bûyerê, cenazeyên kuştiyan ji aliyê polîs ve ber bi deriyê sînorî yê Xabûrê ve hatine birin. Li gorî wêneyên ku hatine belavkirin, mala ku ew xortên kurd tê de hatine kuştin, wêran bûye û xwîna wan xortan peşkiyaye derdorê. Parlamenterê HDPê Ferhad Encû jî di rûpela xwe ya twîtterê de ragihand, li Silopî heta niha jî şer didome. Ferhad Encû wiha gotiye: “Piştî kuştina sê xortan di malekê de, şer her ku diçe giran dibe. Welatî ji tirsa dernakevin derve.” Li gorî agahiyan, heta niha jî di nav bajarokê Silopî de dengê teqîn, fîşek û şer tê bihîstin.