Kuştina 4 kesan di encama şerê di navbera PKK'ê û hêzên ewlehiya Tirkiyê da
Tebax 29, 2015 19:25 Asia/Tehran
Di encama pevçûnên dijwar di navbera hêzên PKK'ê û hêzên ewlehiya Tirkiyê li bajarê Cizîrê ser bi wilayeta Şirnexê da, 4 kes hatin kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê CNNTURK'ê, di encama pevçûnên dijwar di navbera hêzên PKK'ê û hêzên ewlehiya Tirkiyê li bajarê Cizîrê ser bi wilayeta Şirnexê da, 4 kes hatin kuştin.Li gorî agahiyan, kesên hatine kuştin ev in:
Eyûb Ergîn personelê nexweşxana dewletê ya Cizîrê
Mesûd Sanrî ê 28 salî karmendê şîrketa ceryanê ya (DEDAŞ)
Ji bilî kesên hanê Baran Çagliya 7 salî di encama vê pevçûnê da ku bi giranî birîndar bibû, tevî hewldana tixtoran canê xwe ji dest da.
Emîn Yanaş ê 10 salî jî ji ber giraniya birîna xwe li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Feysel Sariyildiz parlemanterê Şirnexê li meclisa Tirkiyê di vî warî da got: Li Cizîrê mideha saetekê da 4 welatî hatin kuştin, 2 kes ji wan zarokên bin 10 salan in.
Yek nêrs(hemşîre) û yê din jî karmendê dewletê bû. Ew gişk welatiyên bê berevan ên kurd bûn.
Li gorî raporan li Geverê jî pevçûnên giran derketine ku di encama şerê di navbera PKK'ê û hêzên ewlehiya Tirkiyê da 3 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.
Evdile Zîdan nunerê Hekariyê li meclisa Tirkiyê ser bi HDP'ê bal kişande ser van pevçûnan û got: Nasnama kesên hatine kuştinê û birîndar bûne hê nehatiye kifşkirin.
Di encama pevçûna li Geverê 15 endamên PKK'ê hatin kuştinê.