Tebax 29, 2015 19:20 Asia/Tehran
  • Hejmara zîndaniyan li Romê pirr pirr bûye

Dewleta Receb Teyib Erdoxan di nêzkkî yek sed salên borî da hejmara herî zêde ya zîndaniyan di karnameya xwe da tomar kiriye.

Rojnameya Bûgûnê çapa Enqerê roja şemiyê nivîsiye ku li Tirkiyê 170 hezar kes zîndanî ne û ev hejmara di dîroka Komara Tirkiyê da yekem e. Piştî sala 2002'yan li Tirkiyê 94 zîndanên teze çêbûne lê dîsan jî zîndan têr nakin loma dewlet dixwaze 207 zîndanên nû çêbike. Hejmara zîndaniyan li sala 002'yan 59 hezar û 429 kes hatibû ragihandin. Du hezar û 165 zîndanî jê zarok û nûciwanên jêr 18 salî ne. Li gorî bernameya wezareta Tirkiyê ya dadê, îsal 42 zîndanên teze bo 26 hezar û 380 kesî amade dibin. Piraniya zîndaniyan bo dizî, kumdanîn, kirrîn û firotina madeyên hişber in. Qetl û cinayet di rêjeya duduyan da ye. Karnas siyaseta nedurist a dewletê hokara serke ya zêdebûna cinayetan û diziyê didin zanîn ku bi taybet di deh salên borî da pirtir bûye.Ji serdema Erdooxan va, Tirkiyê ketiye lîstokên Rojhilata Navînê. Beşdariya di planên welatên rojavayî bi taybet ên Amerîkayê da yek ji siyasetên Erdoxan e. Erdoxan li hundir jî şaşiyên mezin kirine. Ew bi siyasetên hemberî gel tenê xwestekên xwe yên hizbî bi pêş va dibe. Ji dema ku Erdoxan û Amerîka û Îsraîl biryar dan dijî Beşar Esed piştevaniya terorîstan bikin, li bajarên Tirkiyê gellek bertek hatin nîşandan. Li hundir jî gendeliya malî zêde bûye, li daîreyên dewletê bertîl û rişwe zêde bûye û vê yekê atega artêş û hêzên ewlehiyê jî gritiye. Partiyên dijber bi caran ji vê siyasetê rexne kirine lê Erdoxan guh nedaye tu kesî Dewlet guh nade debara gel. Hevdem jî, Enqerê qada çalakiyên siyasî teng kiriye û derbeyên mezin li ciwan, xwenda û ronakbîran daye. Ev gişt bûne sebeb ku li gorî karnasan Komara Tirkiyê têkeve serdemeka qeyranî û dewleta desthilatdar heya niha tu rêkar sa pirsên hundir û derve diyar nekiriye.