Kalkan: HDP li karên siyasî yên Tirkiyê serketî nebûye
Tebax 29, 2015 18:50 Asia/Tehran
Partiya Dêmokiratîka Gelan a Tirkiyê (HDP'ê) li siyasetê bi qasê ku têrê bike, serketî nebûye. Serokên wê peyaman dişînin, lê li bara viya ku bi xwe karîne çi karekî bikin, qise nakin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê Taime Turkê, piştî ku Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP'ê li payemekê ji PKK'ê xwest bê şert û merc çekdan dayne, Dûran Kalkan, endamê civata rêvebiriya PKK'ê di bersva Demirtaş da got: Hin siyasetmedar hin fermanan didin, fermanên ku em bê şert û merc dev ji têkoşîna xwe berdin û teslîm bibin. Ma we çi kiriye ku hûn peyaman me ra dişînin? Ma dezgeha siyasetê karê xwe kiriye û rêçareyek bo meseleyên heyî peyda bûye ku PKK pêşiya vê rêçareyê bigire? Partiya Dêmokiratîka Gelan a Tirkiyê (HDP'ê) li siyasetê bi qasê ku têrê bike, serketî nebûye. Serokên wê peyaman dişînin, lê li bara viya ku bi xwe karîne çi karekî bikin, qise nakin.
Dûran Kalkan her wisan got: Serokên HDP'ê divê kêmekê rastiyan bibînin. Kurdan nunerên xwe şandin Enqerê ta ku pirsgirêkên wan çareser bikin, lê tişta ku li ber çavan e ne ew tişta ye ku kurdên Tirkiyê dixwastin. Tu kesî nekarî erka xwe cih bîne. 550 parlemanterên niha nekarîn karekî bikin. 550 parlemanterên ku yê bên, ew ê çi bikin ku yên berê nekarîn bikin.
Nijyarên siyasî li Tirkiyê têk çûne. Viyana netewî li Tirkiyê pê berçavnegirtina encamên hilbijartinên 7 Hezîranê ji nav çûye. Meclisê tenê biryara ku da, şerê dijî PKK'ê bû.
Vî endamê civata rêvebiriya PKK'ê her wisan got: Ez ji HDP'ê û CHP'ê ra dibêjim ku hûn li qada siyasiya Tirkiyê lawaz man. We nekarî hûn li hemberî siyasetên şerxwaziya Erdoxan û AKP'ê û siyasetên alozîxwaziya MHP'ê têbikoşin. Li dawiyê dezgehên siyasî nekarîn mesela kurdan çareser bikin.
Kalkan li dewama xeberdana xwe desnîşan kir: Me ferman daye hêzên xwe ku bi tu awayî operasiyonekê pêk neynin ku ziyanê bigihîne welatiyên Tirkiyê. Operasyona dijî hêzên sînorparêz ên Tirkiyê ku erka wan parastina welêt e di rojeva me da nîne.Eva li dijî nêrîna me ye. PKK'ê nabe ku operasyonan li dijî wan kesan pêk bîne ku di şêrr da beşdar nebûne. Heke kesek ji PKK'ê operasyonekê pêk bîne û an fermana wê bide ku ziyanê bigihîne welatiyên Tirkiyê, em ê vê yekê sûc bizanibin û dîwana sebebkarên wê bikin.
Dûran Kalkan li dawiyê xitabî serbazên Tirkiyê got: Li şerê AKP'ê pişkdar nebin. PKK'ê li hemberî kesên ku li hemberî vê partiyê şêrr nakin, şîdetê bi kar nayne.