Di rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Tirkiyê ji bo terorîstên biyanî wek welatekî çavkanî û tranzît hat destnîşankirin.
Şeva borî terorîstên DAIŞê li navçeya Xaneqînê ya Diyaleyê êrîşî lîwaya 53 a fîrqeya artêşa Iraqê kiriye û di encamê de 3 serbaz hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.
Binkeya Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê li bajarê Serawanê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê (başûrê rojhilatê Îranê) derbarê jinavbirina tîmeke terorîstî agahî da.
Li gundên Kerkûkê terorîstên DAIŞ’ê êrişî 3 nuqteyên hêzên Iraqê kirin.
Pêşmergeyekî din ê gundê Kulaco ku di êrîşa terorîstên DAIŞê ya ser vî gundî de birîndar bûbû, ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Terorîstên DAIŞê li qezaya Kifrî êrîşî ser hêzeke Pêşmerge kir û Pêşmerge rûbirûyî êrîşê bûn û Pêşmergeyek hat kuştin û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Li bajarê Tahoua ya Nîjerê, ku dikeve nêzîk sînorê Malî, du êrîşên çekdarî pêkhatin û 25 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Li nahiya Amirlî ya bajarê Xurmatû di êrişa terorîstên DAIŞê de herî kêm sivîlek hat kuştin.
Yekîneya Antî-terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 terorîstên DAIŞ’ê girtin.
Li bajarokê Xurmatû yê Kerkûkê di êrişa terorîstên DAIŞê de herî kêm du kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.