Terorîstên DAIŞ dîsa li nahiya Amirlî êriş kirin – Kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329943-terorîstên_daiŞ_dîsa_li_nahiya_amirlî_êriş_kirin_kuştî_û_birîndar_hene
Li nahiya Amirlî ya bajarê Xurmatû di êrişa terorîstên DAIŞê de herî kêm sivîlek hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2021 11:07 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞ dîsa li nahiya Amirlî êriş kirin – Kuştî û birîndar hene

Li nahiya Amirlî ya bajarê Xurmatû di êrişa terorîstên DAIŞê de herî kêm sivîlek hat kuştin.

Terorîstên DAIŞê îro li nehiya Amirlî ya Xurmatûyê êrişî hêzên Heşda Şeibî û wan welatiyan kirin ku dixwastin termên kuştiyên xwe ji ber gola Zerge bibin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm sivîlek hat kutşin û yek jî birîndar bû. Nayê zanîn di wî şerî de kuştî û birîndarên Heşda Şeibî hene yan na. 

Duh jî terorîstên DAIŞê li ber gola Zerge êrişî komek masîgiran kiribûn, 2 kes ji wan kuştibûn û 3 kes jî birîndar kiribûn.

Piraniya xelkê Amirlî turkmenên şîe ne.