Li Serawanê tîmeke terorîst hat îmhakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330725-li_serawanê_tîmeke_terorîst_hat_îmhakirin
Binkeya Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê li bajarê Serawanê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê (başûrê rojhilatê Îranê) derbarê jinavbirina tîmeke terorîstî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2021 19:58 Asia/Tehran
  • Li Serawanê tîmeke terorîst hat îmhakirin

Binkeya Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê li bajarê Serawanê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê (başûrê rojhilatê Îranê) derbarê jinavbirina tîmeke terorîstî agahî da.

Li gor nûçeya ajansa IRIB; Li gorî ragihandina beşa peywendiyên giştî ya binkeya Quds a hêza bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê, tîmeke terorîstî ya ku îro pêncşemê li herêma Serawanê plan dikir ku çalakiyeke sabotaj û terorîstî bike, bi hişyariya şervanên biryargeha Qudsê hat rûxandin.

Di vê pevçûnê de 4 endamên koma têrorîst hatin kuştin û hejmareke zêde çek û cebilxane ji wan man ku ketin destê şervanên Îslamê.