​​​​​​​Li Minbicê 3 terorîstên DAIŞ’ê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329932-li_minbicê_3_terorîstên_daiŞ’ê_hatin_girtin
Yekîneya Antî-terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 terorîstên DAIŞ’ê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2021 20:21 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Minbicê 3 terorîstên DAIŞ’ê hatin girtin

Yekîneya Antî-terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 terorîstên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Li bajarê Minbicê li bendeke kontrolê guman li ser erebeyekê hebûn, li ser vê yekê yekser erebe hate sekinandin. Dema kontrolkirina erebeyê,  YAT’ê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 terorîst ji şaneyên DAIŞ’ê ku di nava kelûpelan de xwe veşartibûn, dîtin. Ew û ajokarê erebeyê girtin û veguhestin aliyên têkildar ku tedbîrên guncaw bigirin."